Lyrics

Bi xatirê te evîna derewîn
Evîna derewîn, evîna derewîn
Tu herdemê de dilxweş bimîne
Dilşa bimîne, dilxweş bimîne
Tu herdemê de dilxweş bimîne
Dilxweş bimîne, dilşa bimîne
Te ji min re nehişt rojeng û evîn
Rojeng û evîn, tu kêf û şahî
Te dil ji dilê min bir, hêşt bê dilîn
Ez hiştim bê evîn, ez hiştim bê jîn
Te dil ji dilê min bir, hêşt bê dilîn
Ez hiştim bê jîn, ez hiştim bê evîn
Şevek bê deng, reş û tarî
Ewr xemgîn e, ax dinalî
Şevek bê deng, reş û tarî
Ewr xemgîn e, ax dinalî
Va ye ez diçim ji vî warî
Dil digirî, dîn û harî
Va ye ez diçim ji vî warî
Dil digirî, dîn û harî
Bi xatirê te evîna derewîn
Evîna derewîn, jîyana derewîn
Bi xatirê te evîna derewîn
Evîna derewîn, jîyana derewîn
Written by: Halise Köroğlu
instagramSharePathic_arrow_out