Similar Songs
Credits
AUSFÜHRENDE KÜNSTLER:INNEN
Mir Perwer
Gesprochenes Wort
KOMPOSITION UND LIEDTEXT
Mir Perwer
Songwriter:in
PRODUKTION UND TECHNIK
Birusk Agirî
Produzent:in
Lyrics
Dîsa kulmek xeyalên tisî
Bûne mêvanê şevên min
Dîsa kulmek xeyalên tisî
Bûne mêvanê şevên min
Pêl bi pêl xwe berda nav dil
Min dihelîn çavên xezalê
Pêl bi pêl xwe berda nav dil
Min dihelîn çavên xezalê
Min bibe ji van bajaran
Ji van bajaran nînim
Her perçeyek dilê min ma sar
Min bibe ji van bajaran
Ji van bajaran nînim
Her kerikek rihê min ma jar
Her perçeyek dilê min ma sar
Xem ne ji ber biharê
Ne jî ji ber havînê
Xem ji ber payîzek bêdeng
Û ji ber zivistaneke sar e
Di çavên xweyên reş de
Veşêr hesreta dilê min
Di çavên xweyên reş de
Veşêr hesreta dilê min
Destê min bigire bes e
Min bibe ji van deran nehêle
Destê min bigire bes e
Min bibe ji van deran nehêle
Min bibe ji van bajaran
Ji van bajaran nînim
Her perçeyek dilê min ma sar
Min bibe ji van bajaran
Ji van bajaran nînim
Her kerikek rihê min ma jar
Her perçeyek dilê min ma sar
Her kerikek rihê min ma jar
Lyrics powered by www.musixmatch.com